Ji Bo Şafiîyan Bersivên Pirsgirêkên Fiqhîye
Ji Bo Şafiîyan Bersivên Pirsgirêkên Fiqhîye
February 20, 2025 at 10:12 AM
*SUNNETÊN NAVA MÊJÊ* 1. Di nava mêjê da di çar cîyan da dest tên bilindkirin A) Wextê tekbîra teherrumê tînî destbilindkirin sunnet e (tekbîranîn ferz e) B) Wextê xwendina fatîhe û zemmê sureyê da di çûyîna ruku'ê da bilindkirina destan sunnet e C) Wexta ji ruku'ê vegere serpîyan(yanî di 'îtîdalê da) bilindkirina destan sunnet e D) Di mêjên sê û çar rek'et da wextê teşehhuda 'ewil da radibî ser pîyan bilindkirina destan sunnet e. Di nava mêjê da di van çar cîyan da destên xwe heta tûşa guhê xwe bilindkirina destan sunnet e. 2. Di nava mêjê da, di fatîhê da destê rastê didî ser destê çepê, bi kefa destê xwe yê rastê didî ser guzeka destê xwe yê çepê 3. Bi tekbîra teherrumê heta teşehhudê da wextê gotina kelîmeya şehadetê got "Eşhedu ella îlahe îlla ellah" mêzekirina secdeyê(li kuderê dibe bila be li ke'bê be jî) sunnet e 4. Divê di nava mêjê da çehv vekîrî bin 5. Navbeyna ayetên Quranê da qasê sanîyeyekî sekinîn sunnet e 6. Xwendina duayê îftîtahê, yanî duayê weccehtuyê sunnet e - أنَّ رسولَ اللَّهِ صلَّى اللَّهُ عليهِ وسلَّمَ كانَ إذا افتتحَ الصَّلاةَ قالَ: وجَّهتُ وجهِيَ للَّذي فطرَ السَّماواتِ والأرضَ حَنيفًا مُسلمًا وما أَنا منَ المشرِكينَ، إنَّ صلاتي ونُسُكي ومَحيايَ ومَماتي للَّهِ ربِّ العالمينَ لا شريكَ لَهُ وبذلِكَ أُمِرتُ وأَنا أوَّلُ المُسلمين 7. Xwendina 'euzuyê(E'uzubîllahîmîneşşeytanîrrecîm) 8. Li pey xilaskirina fatihê gotina "Amîn"ê. Mêja tenê be yan jî bi cemaet be ferq nake. Di dawîyê da gotina "Amîn"ê sunnet e 9. Pey xwendina fatihê xwendina sureyekî sunnet e 10. Di nava mêjê da cîyê ku cehrî(yanî bi deng) xwendina fatihê û zemmê sureyê ye bi dengekî bilind dixwînî. Wekî mêja sibêzû, mexreb û 'eşayê. Mêja ku sirrî tê xwendin jî wekî mêja nîvro û 'esrê bi dengekî hêdî dixwînî 11. Mêja cemaatî da Îmam/Mele ku xwendina fatihê xilas kir, heta ku cemaet jî xwendina fatihê xilas bike sekinîna Mele sunnet e 12. Dirêjkirina rikaeta mêjê ya pêşîn sunnet e 13. Çûyîna ruku'ê, secdeyê û ji secdeyê rabûna ser pîyan û anîna tekbîran sunnet e(ji van tekbîran ra tekbîrên întîqalê tê gotin) 14. Di ruku'ê da sê caran xwendina subhane rebbîyel 'ezîm we bî hemdîhî 15. Di secdeyê da sê caran xwendina subhane rebbîyel 'e'la we bî hemdîhî 16. Navbeyna her du secdeyan da rûniştina "îftîraş"ê. Yanî lingê xwe yê rastê tîk digirî û li ser lingê xwe yê çepê rûdinî 17. Di teşehhuda dawîyê da rûniştina "tewerruk"ê. Yanî lingê xwe yê rastê tîk digirî û li ser hêta xwe ya çepê rûndinî 18. Di teşehhudê da destê xwe yê çepê vekîrî datînî ser çoka xwe ya çepê û destê rastê jî girtî wekî kulmekî digirî û tilîya destê rastê ya şehadetê vekirî dihêlî 19. Sutrekî datînî pêşîya xwe *ÇEVKANÎ: TEQRÎRATU SEDÎDE C. 1. RUPEL 237/250*
🇹🇯 🌹 💙 3

Comments