
Ji Bo Şafiîyan Bersivên Pirsgirêkên Fiqhîye
66 subscribers
About Ji Bo Şafiîyan Bersivên Pirsgirêkên Fiqhîye
Ev rupela min li ser fiqha şafî'yane, vê rupelê li ser hesabê xwe sosyal medyayê dikarin belav bikin
Similar Channels
Swipe to see more
Posts

*SUNNETÊN NAVA MÊJÊ* 1. Di nava mêjê da di çar cîyan da dest tên bilindkirin A) Wextê tekbîra teherrumê tînî destbilindkirin sunnet e (tekbîranîn ferz e) B) Wextê xwendina fatîhe û zemmê sureyê da di çûyîna ruku'ê da bilindkirina destan sunnet e C) Wexta ji ruku'ê vegere serpîyan(yanî di 'îtîdalê da) bilindkirina destan sunnet e D) Di mêjên sê û çar rek'et da wextê teşehhuda 'ewil da radibî ser pîyan bilindkirina destan sunnet e. Di nava mêjê da di van çar cîyan da destên xwe heta tûşa guhê xwe bilindkirina destan sunnet e. 2. Di nava mêjê da, di fatîhê da destê rastê didî ser destê çepê, bi kefa destê xwe yê rastê didî ser guzeka destê xwe yê çepê 3. Bi tekbîra teherrumê heta teşehhudê da wextê gotina kelîmeya şehadetê got "Eşhedu ella îlahe îlla ellah" mêzekirina secdeyê(li kuderê dibe bila be li ke'bê be jî) sunnet e 4. Divê di nava mêjê da çehv vekîrî bin 5. Navbeyna ayetên Quranê da qasê sanîyeyekî sekinîn sunnet e 6. Xwendina duayê îftîtahê, yanî duayê weccehtuyê sunnet e - أنَّ رسولَ اللَّهِ صلَّى اللَّهُ عليهِ وسلَّمَ كانَ إذا افتتحَ الصَّلاةَ قالَ: وجَّهتُ وجهِيَ للَّذي فطرَ السَّماواتِ والأرضَ حَنيفًا مُسلمًا وما أَنا منَ المشرِكينَ، إنَّ صلاتي ونُسُكي ومَحيايَ ومَماتي للَّهِ ربِّ العالمينَ لا شريكَ لَهُ وبذلِكَ أُمِرتُ وأَنا أوَّلُ المُسلمين 7. Xwendina 'euzuyê(E'uzubîllahîmîneşşeytanîrrecîm) 8. Li pey xilaskirina fatihê gotina "Amîn"ê. Mêja tenê be yan jî bi cemaet be ferq nake. Di dawîyê da gotina "Amîn"ê sunnet e 9. Pey xwendina fatihê xwendina sureyekî sunnet e 10. Di nava mêjê da cîyê ku cehrî(yanî bi deng) xwendina fatihê û zemmê sureyê ye bi dengekî bilind dixwînî. Wekî mêja sibêzû, mexreb û 'eşayê. Mêja ku sirrî tê xwendin jî wekî mêja nîvro û 'esrê bi dengekî hêdî dixwînî 11. Mêja cemaatî da Îmam/Mele ku xwendina fatihê xilas kir, heta ku cemaet jî xwendina fatihê xilas bike sekinîna Mele sunnet e 12. Dirêjkirina rikaeta mêjê ya pêşîn sunnet e 13. Çûyîna ruku'ê, secdeyê û ji secdeyê rabûna ser pîyan û anîna tekbîran sunnet e(ji van tekbîran ra tekbîrên întîqalê tê gotin) 14. Di ruku'ê da sê caran xwendina subhane rebbîyel 'ezîm we bî hemdîhî 15. Di secdeyê da sê caran xwendina subhane rebbîyel 'e'la we bî hemdîhî 16. Navbeyna her du secdeyan da rûniştina "îftîraş"ê. Yanî lingê xwe yê rastê tîk digirî û li ser lingê xwe yê çepê rûdinî 17. Di teşehhuda dawîyê da rûniştina "tewerruk"ê. Yanî lingê xwe yê rastê tîk digirî û li ser hêta xwe ya çepê rûndinî 18. Di teşehhudê da destê xwe yê çepê vekîrî datînî ser çoka xwe ya çepê û destê rastê jî girtî wekî kulmekî digirî û tilîya destê rastê ya şehadetê vekirî dihêlî 19. Sutrekî datînî pêşîya xwe *ÇEVKANÎ: TEQRÎRATU SEDÎDE C. 1. RUPEL 237/250*

*NÎYETA ROJÎYÊ* Ya rebbî Nîyet dikim ji bo riza te sibê rojî me ; rojîya ferza meha Remezana sala îsal digrim ji bo te Ya Rebbî tû qebûl bikî.

يَٰٓأَيُّهَا ٱلَّذِينَ ءَامَنُواْ كُتِبَ عَلَيْكُمُ ٱلصِّيَامُ كَمَا كُتِبَ عَلَى ٱلَّذِينَ مِن قَبْلِكُمْ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ. Gelî bawermendan! Rojî çawa li ser ewên pêşiya we hatibu ferzkirinê, wisa li ser we jî hatiye ferzkirinê. Hêvî heye hun xwe biparêzin (Beqere 183)

https://whatsapp.com/channel/0029Vb1cAEnIXnlycqmzoe3Y

*SUNNETÊN BERÎYA NIMÊJÊ Û FEZÎLETA BANGA ŞERÎF* Xwedê teala di Qurana pîroz di Sureya Fussîletê da dibêje وَمَنْ أَحْسَنُ قَوْلًا مِمَّنْ دَعَا إِلَى اللَّهِ وَعَمِلَ صَالِحًا وَقَالَ إِنَّنِي مِنَ الْمُسْلِمِينَ Yên ku ji bo riza Xwedê gazî însanan dikin û dixine rêya rastîyê û rêya Xwedê û 'emelê salih dikin û dibêjin em misilman in ti deng û gotin qasê dengê wan û gotinên wan xweş nîn e. (Sureya fussîletê, ayeta 33.) Hezretî Aîşe dibêje ev ayeta di sureya fussîletê da ji bo banga nimêjê hatîye berjêrkirin. Hezretî Mihemmed(Silavên Xwedê lê be) dibêje; Yên ku banga nimêjê dikin ezan dixwînin roja axretê da histîyê wan dirêj in. *1. BANGA NIMÊJÊ* Banga nimêjê ji bo nimêjê ferz e ku were dayîn. Banga nimêja sinnet û nimêja mirîyan nayê dayîn. Gotinên banga nimêjê ev in الله أكبر الله أكبر الله أكبر الله أكبر أشهد أن لا إله إلا الله أشهد أن لا إله إلا الله أشهد أن محمدا رسول الله أشهد أن محمدا رسول الله حي على الصلاة حي على الصلاة حي على الفلاح حي على الفلاح (الصلاة خير من النوم) (الصلاة خير من النوم) الله أكبر الله أكبر لا إله إلا الله *ŞERTÊN TENDURISTBÛNA BANGÊ* 1. Peyhevbûna gotinên bangê li gorî navbeyna kelîmeyên wê 2. Ketina wextê nimêjê 3. Gotina bangê bi zimanê 'erebî 4. Bangdayîna bi cehrî û dengê zelal û bilind *ŞERTÊN MUEZZINTÎYÊ* 1. Misilmanbûn 2. Mêrbûn(Bangdana jinan ne durist e) 3. Zanîna ketina wextê nimêjê *SUNNETÊN BANGA ŞERÎF* 1. Banga nimêjê divê bi dengekî xweş were xwendin 2. Divê bi dengekî bilind be 3. Teswîb yanî di banga nimêja sibê zû da gotina "Esselatu xeyrun mîne newm" 4. Tercî'kirin yanî navbeyna banga nimêjê da berîya gotina kelîmê şehadetê bi dengekî hêdî gotina kelîmeys şehadetê di dilê xwe da 5. Divê yê ku bang dide guhên xwe bi tilîyên xwe yên şehadetê bigire 6. Wextê gotina "Heyye 'ele sele" dibêje serê xwe vegerîne milê rastê û di "Heyye 'ele feleh" da jî serê xwe vegerîne milê çepê 7. Xwendina duayê bangê *2. SUNNETÊ MUEZZÎNTÎYÊ YÊN BERÎYA NIMÊJÊ Û QAMETKIRINA NIMÊJÊN SUNNET* 1. Bidestmêjbûn 2. Berêxwedayîna qiblê 3. Miswakkirina diranan 4. Bangdayîna li ser pîyan 5. Adilbûna muezzîn 6. Dayîna bangê ji bo riza Xwedê(Ne peretî) 7. Dayîna bangê li cîyekî bilind